09/08/2026
DI DÛ SOHBET Û ÎMZEYA BURHAN SÖNMEZ DE
Rojeke xweş bû. Pir însan hatibûn. Herdu odeyên Kitêbxanê û korîdor, çi rûniştî çi li ser nigan di ber hev de însan bûn. Ne tenê li nava Kitêbxanê li kuçê û li bergiya Kitêbxanê jî gelek însan kom bûbûn. Wextê hinek derd**etin derve, wê çaxê çend kes derbasî hundir dibûn.
Zimanê sohbetê bi kurdî bû û axaftina Burhan sönmez ya bi kurdî baş bû. Ji bilî kurdî hin pirs bi tirkî û bi îngilîzî hatin kirin, Burhan Sönmez bersîva wan pirsan bi tirkî û îngilîzî da.
Ne bi niyetek xerab lê carna mirov neheqyê li xwe d**e. Di sohbetên navxweyî de mirov dibên, ''kurd naxwînin û naçin çalakiyên kulturî'' Erê, rastiyek vê gazinê heye, lê me do dît ku bi temamî ne weha ye. Wextê nivîskar baş be û organîzasyon baş be însan tên..
Wextê Kitêba Burhan Sönmez ya ''Neynika Sor'' derket wek Medya Kitabevi û Avesta me xwest li Stenbolê em ji nivîskarê xwe re îmzeyekê çê bikin. Piştî Abdullah Keskin bi Burhan Sönmez re peyivî û wî jî qebûl kir, me dest bi haziriyan kir.
Di serî de em sipasiya beşdaran dikin ku ev roja me bi ruh kirin.
Em sipasiya Avesta yê û Abdullah Keskin dikin ku ji bo vê rojê gelekî bûn alîkar,
û em spasiya Nivîskarê xwe Burhan Sönmez dikin ku bi hevre me rojeke weha xweş lidar xist.
Foto: Rêbîn ozmen